Nûnerên Weqfan, banga tevlêbûna bernameya Mewlida Nebî ya ku wê ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve roja Yekşemê li Diyarbekirê bê lidarxistin, kirin.
28ê Nîsanê roja Yekşemê di seet 13.30an de wê li Qada Mîtînga Parka Newroz a Diyarbekirê bi temaya “Rêberê Cîhadê Hz Muhammed” bernameya Mewlida Nebî bê lidarxistin.
Platforma Karwana Şehîdan û Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê yên ku li Diyarbekirê li qadên cuda xebatên xizmetguzariyê dimeşînin, ji bo mîtîngê banga piştgiriyê kirin û bang li hemû gel kirin.
Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan di heqê bernameyê de got ku, “Di vî warî de her sal ji bo têgihiştin, jiyankirin û zindî kirina Pêxemberê me bernameta 'Mewlida Nebî' tê lidarxistin û em di wê baweriyê de ne ku ev bûyer bandorek ciddî li ser civak û mirovên ku tên dike. Reçeteya ku hem dinya û hem jî axretê me şad û aram bike, kitêba Xweda û Sunneta Resûl e. Weke Platforma Kerwana Şehîdan em ê jî beşdarî çalakiya ku 28ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13.30an de li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê lidarxistin bibin. Em hemû gelê xwe yê evîndarên Pêxemberîn vê dawetî vê bernameyê dikin.”
Abdurrehîm Karadenîzê Arîkarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê, di heqê mijarê de wiha axivî:
“Mecbûre herkes teslîmî rêbertîya Wî (Hezretî Muhemmed eleyhîsselam) be. Çimkî rêya wî rêya berxwedan û qiyama li dijî zilmê bû. Hakim kirina edalet û heqîyê bû. Rêya yekane ku edalet û azadiyê ji mezlûm û bindestan re bîne rêya Pêxember e. di vê çarçoceyê de, em weke Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê hemû endam û dilxwazên xwe gelê Diyarbekirê yên evîndarên Pêxember û sehabeyên wî dawetî çalakiya 'Mevlida Nebî' ya ku wê 28ê Nîsanê roja Yekşemê seet 13.30an li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê lidarxistin dikin. Em ji Xweda lava dikin ku ev bûyer bibe sedema yekîtiya ummeta Îslamê û serketina Filistîn û Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, telefonî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û hûrgilîyên agirbesta ku qebûl kirine parve kir.
Emîrê Kuweytê Meşal el-Ahmed el-Cabîr es-Sabah, di salvegera 60emîn a minasebetên dîplomatîk yê herdu welatan de ew ê ji Tirkîyeyê re zîyaretek tertîp bike.
Li navçeya Ereglîya Zonguldaxê motorbisiqletek û sê wesayît li hev qelibîn, di qezaya zîncîrî de 6 kes birîndar bûn.
Lêkolîner-Nivîskar Vahdettîn Înceyê ku beşdarî bernameya Mevlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bû destnîşan kir ku Hezretî Muhemmed rêberê cîhad û azadiyê ye.