Hejmara qurbaniyên lehiyên li Ganayê gihîşt 34 kesan
Hejmara qurbaniyên lehiya giran a li Ganayê, ku ji 28ê Hezîranê ve berdewam dike, gihîştiye 34 kesan. Nêzîkî 90.000 kes ji cih û warên xwe bûne û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Hejmara qurbaniyan li Ganayê piştî barana dijwar a ku çend roj in dibe sedema lehiyê zêde dibe. Rêxistina Rêveberiya Karesatên Neteweyî ya Ganayê (NADMO) ragihand ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 34 kesan.
Rêveberê Çavdêriyê yê NADMOyê Richard Amo Yartey diyar kir ku ji ber lehiyên ku ji 28ê Hezîranê ve bandor li heft herêmên welêt, tevî paytext Accra, kirine, gelek kes birîndar bûne û raporên windahiyan hîn jî têne piştrast kirin. Rayedaran gotin ku ji ber ku xebatên lêgerînê berdewam dikin, dibe ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker, îxlalkirinên agirbestê û êrîşên leşkerî yên li ser Xezzeyê didomîne, deverên cûrbecûr topbaran dike, guleyan vedike û hilweşandina avahiyan didomîne.
Hejmara qurbaniyên erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê qewimîn gihîşt 2 hezar û 645an.
Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew li bendê ne ku bi mîlyonan kes beşdarî merasîman bibin.