Welatên Rojhilata Navîn êdî ji bo baregehên Amerîkî nabin mertal
Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xameneî tekez kir ku welatên Rojhilata Navîn êdî wekî mertal ji bo baregehên Amerîkî xizmetê nakin û bang li welatên Misilman kir ku rêjîmek nû li ser bingeha berjewendiyên hevpar ava bikin.
Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneî diyar kir ku welatên Rojhilata Navîn êdî wekî mertal ji bo baregehên Amerîkî xizmetê nakin û Washington dê li herêmê cihekî ewle nebîne. Xameneî bang li Misilmanan kir ku sîstemek nû ya herêmî û cîhanî biafirînin û tekez kir ku li ser bingeha berjewendiyên hevpar hevkariyê hewce dike.
Di daxuyaniyekê de ku bi minasebeta merasîma hecê hat weşandin, Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xameneî got, "Ez bi dilgermî hemî welat û hikûmetên Îslamî ji bo dostanî û hevkariyê ji bo qenciya hevpar vedixwînim."
Ev bang di demekê de tê ku hewldanên navbeynkariyê yên bi pêşengiya Pakistanê ji bo bidawîkirina şerê di navbera Emrîka, rejîma sîyonîst û Îranê de berdewam dikin. Agirbest, ku di meha Nîsanê de ket meriyetê, paşê ji hêla rêveberiya Amerîkî ve ji bo demek nediyar hate dirêjkirin.
Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneî diyar kir ku ger welatên Misilman bi yekîtî tevbigerin, dê hevsengiya hêzê li herêmê biguhere û dikare sîstemek nû were damezrandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana dijwar û lehîyên ku li herêma Nuristan a Efxenistanê rabûn, 20 kes mirin, zêdetirî 80 kes birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 73 hezar û 283 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 864 kesan.
Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) roja Duşemê ragihand ku Xelîl el-Heyye li şûna Yehya Sînwar wekî serokê buroya sîyasî hatiye hilbijartin.
Ofîsa Alîkarê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî ya Emîtîya Îslamî ya Efxenistanê ragihand ku li welat milyonek kes di pîşesaziya çêkirina xalîçeyan de dixebitin û di çar salên dawî de hinardekirina xalîçeyên Efxenistanê bi girîngî zêde bûye.