Hejmara rojnamevanên ku li Xezzeyê şehîd bûn gihîşt 257an
Hejmara qurbaniyên êrîşên sîstematîk ên li ser rojnamevanan li Xezzeyê gihîştiye 257an. Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê êrîşên hedefgirtî yên rejîma sîyonîst şermezar kir û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku "mudaxeleya lezgîn" bikin.
Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê ragihand ku êrîşên li dijî rojnamevanan li Xezzeyê bênavber berdewam dikin, bi şehadeta rojnamevan Mehmûd Wadî re hejmara qurbaniyan gihîştiye 257 kesan. Di daxuyaniyê de tekez kir ku ji destpêka qirkirinê ve rojnamevan bi awayekî taybetî û bi awayekî sîstematîk rastî êrîşan tên.
Nivîsgeha medyayê di daxuyaniyek nivîskî de polîtîkayên rejîma sîyonîst ên "kuştin û sûîqestên bi zanebûn" li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar kir. Daxwaz ji Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, Yekîtiya Rojnamevanên Ereb û rêxistinên medyayê yên li çaraliyê cîhanê kir ku helwestek zelal û bihêz bigirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ne tenê rejîma sîyonîst, her wiha welatên ku piştgiriya siyasî û leşkerî dane êrîşan, wekî Brîtanya, Almanya û Fransa, ji van sûcên li dijî rojnamevanan mesul in.
Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo darizandina sûcdarên êrîşên li dijî rojnamevanan di dadgehên navneteweyî de tedbîran bigire. Her wiha tekez kir ku pêdivî bi zextek navneteweyî ya bi bandor heye da ku rojnamevanên li Xezzeyê dixebitin werin parastin û qirkirina berdewam were bidawîkirin.
Ji aliyekî din ve, tevî peymana agirbestê ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê, di êrîşên rejîma siyonîst de 359 Filistînî şehîd bûn, her wiha 903 kes, ku gelek zarok, jin û kal û pîr jî di nav de bûn, birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li Meclîsê derheqê berdewamkirina zilm û zordarîya rejima îşxalker de axivî.
Di seatên serê sibehê de li El Xelîlê, Muhammed Ez-Zuxeyrê 17 salî di encama gulebarandina sîyonîstan de şehîd bû. Rejima sîyonîst hêna jî cenazeya şehîd teslîm nekirîye.
Di du operasyonên cuda de li nêzî Ramallah û El Xelîlê sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, hêzên rejîma sîyonîst du çalakvanan jî şehîd kirin.