Hilbijartina li Îranê ji tura duyemîn re ma
![Hilbijartina li Îranê ji tura duyemîn re ma Hilbijartina li Îranê ji tura duyemîn re ma](/img/NewsGallery/2024/6/29/401962/FeaturedImage/15140ee1-2635-4180-8f52-2827ec6020f7.webp)
Hilbijartina Serokkomarîyê ya li Îranê ji ber ku tu namzedek ji sedî 50î derbas nekir ji tura duyemîn re ma.
Xelkê Îranê ji bo hilbijartinên Serokkomarîyê ya dewra 14emîn doh çûn ser sindoqan.
Hilbijartina ku 61 milyon û 452 hezar û 321 hilbijêr ew ê rayan bavêtana, ji serê sibe di seat 08.00an de dest pê kir û di seat 24.00an de dawî bû.
Asta beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 40 bû. Di dewra ku Îbrahîm Reîsî hatibû hilbijartin de ev pile ji sedî 48 bû.
Li gorî reqemên ku Berdevkê Navenda Sazîya Hilbijartina Wezareta Karên Hindir yê Îranê Muhsîn Îslamî daxuyandibû Mesûd Pezeşkîyan 10 milyon û 425 hezar, Saîd Celîlî jî 9 milyon û 473 hezar rayan standine.
Tu namzedek jî ji sedî 50 derbas nekir û ji ber vê yekê Mesûd Pezeşkîyan û Saîd Celîlî ji tura duyemîn re man.
Tura duyemîn ew ê di 5ê Tîrmehê de bê tertîpkirin.
Namzedê ku di tura duyemîn de qezenc bike ew ê bibe Serokkomarê 9emîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Myanmara ku ji ber lehîya ku ji barana zêde pêk hatîye, bi hezaran mirov di nav malên xwe de asê man.
Li bakurê Portekîzê li peravên Marinha Grandeyê kelekek masîvanan bin av bû, di encama binavbûna kelekê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî winda bûn û ji bo wan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Li Celîleya Jorîn a Fîlîstîna ku hatîye îşxalkirin, ciwanekî Fîlîstînî leşkerekî îşxalê kuşt 2 îşxalkeran jî birîndar kir û dûre ew jî şehîd bû.
Wezareta Tenduristî ya Neteweyî daxuyand ku ew li herêma “Kehnîya Avê ya Aştîyê” 5 PKK/YPGyî kuştine.