Ji Donetskê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye re êrîş: 4 kuştî
Li herêma Donetskê, ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, di êrîşên balafirên bêmirov de çar kes hatin kuştin.
Li gorî Denis Pushilin, serokê Komara Gel a Donetskê (DPR), di êrîşên bêmirov ên Ukraynayê de çar kes hatine kuştin û pênc jî birîndar bûne.
Pushilin her wiha got ku li herêma Novoazovsk sê kes, li Volodar kesek mirine, û li ser rêya Gorlovka-Yasinovataya û li Yenakiyevo jî birîndar hene.
Êrîşê li gelek deverên cuda gelek wesayît û benzînxaneyek hejand. Pênc tesîsên binesaziya sivîl, otobûsek û alavên taybet jî zirar dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.
Di êrîşa li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê Ramallahê li Şerîaya Rojava de, du xort ji teref hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên niştecihan ve hatin şehîdkirin.