Ji enqaza mala li Şerîayê ku îşxalkeran hilweşandibû 6 şehîd hat derxistin
![Ji enqaza mala li Şerîayê ku îşxalkeran hilweşandibû 6 şehîd hat derxistin Ji enqaza mala li Şerîayê ku îşxalkeran hilweşandibû 6 şehîd hat derxistin](/img/NewsGallery/2024/5/5/391745/FeaturedImage/90d71b94-6d25-4ea7-8554-45bcca63597a.webp)
Ji enqaza mala li Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê ku piştî dorpêç kirina îşxalkeran a ku hatibû hilweşandin heta niha naaşê 6 şehîdan hatin derxistin.
Hêzên dagirker danê dû sibehê êrîşî bajaroka Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê û malek dorpêç kirin.
Hêzên îşxalker piştî şera bi seetan mal bi topan hedef girtin û hilweşandin.
Medyaya gelerî got ku heta niha naaşa 6 şehîdî hatiye derxistin, cenazeya 5 şehîd jî ji teref îşxalkeran ve hatiye desteserkirin.
Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku hêzên îşxalker bi reşandina guleyan 2 ciwanên ku dixwestin ji bin enqazên xaniyê hilweşiyayî derkevin qetil dikin.
Her wiha hat îfadekirin kurun îşxalkeran Seleme Beşîr Bedranê xwedîyê malê ku mehkûmê kevne esîr girtîye û birîye ciheke nedîyar.
Hêzên îşxalker îddia kirin ku ciwanê di malê de li ber derbaseya gundê Beyt Lîd ê li rojhilatê Tulkarmê êrîşeke çekdarî pêk anîne û di Mijdara borî de leşkerekî siyonîst kuştibû.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hêzên dagirker bi bombeyên deng û xazan êrîşî rojnamevanên ku bûyer dişopandin li hember avahiya ku wan hilweşandibûn, nîşangêrekî dijwar nûçegihanê televîzyona El-Erebî jî kiriye hedef, lê îsabet li wan nekiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Fîlîstînê ku ev bû 9 meh e berxwedanekî bi nav û deng nîşan daye, dîmeneke nû parve kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li bajara Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de hejmarê mirîyan derket 20 kesan, 46 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê êrîşan li dar xist, di wê êrîşê de bi tevî xûşka Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye 10 kes şehîd bûn.