Ji enqaza mala li Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê ku piştî dorpêç kirina îşxalkeran a ku hatibû hilweşandin heta niha naaşê 6 şehîdan hatin derxistin.
Hêzên dagirker danê dû sibehê êrîşî bajaroka Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê û malek dorpêç kirin.
Hêzên îşxalker piştî şera bi seetan mal bi topan hedef girtin û hilweşandin.
Medyaya gelerî got ku heta niha naaşa 6 şehîdî hatiye derxistin, cenazeya 5 şehîd jî ji teref îşxalkeran ve hatiye desteserkirin.
Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku hêzên îşxalker bi reşandina guleyan 2 ciwanên ku dixwestin ji bin enqazên xaniyê hilweşiyayî derkevin qetil dikin.
Her wiha hat îfadekirin kurun îşxalkeran Seleme Beşîr Bedranê xwedîyê malê ku mehkûmê kevne esîr girtîye û birîye ciheke nedîyar.
Hêzên îşxalker îddia kirin ku ciwanê di malê de li ber derbaseya gundê Beyt Lîd ê li rojhilatê Tulkarmê êrîşeke çekdarî pêk anîne û di Mijdara borî de leşkerekî siyonîst kuştibû.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hêzên dagirker bi bombeyên deng û xazan êrîşî rojnamevanên ku bûyer dişopandin li hember avahiya ku wan hilweşandibûn, nîşangêrekî dijwar nûçegihanê televîzyona El-Erebî jî kiriye hedef, lê îsabet li wan nekiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Refahê malbateke ku li Kampa Yabnayê ji mala xwe mecbûr man ku derketin, bi peyama xwe ya ku hiştibûn qerarîyên xwe û yên xelkê Fîlîstînê nîşan dan.
Di encama êrîşên rejîma îşxalker de li Xezzeyê pîrek û zarok jî di nav de gelek Fîlîstînî şehîd bûn, ji van şehîdan jî ji sedî 71ê wan pîrek û zarok in.
Li wîlayeta Keralaya başûrê Hîndistanê baraneke dijwar tesîrdar bû, ji ber şilîyê 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûnê di têketina tinêlekî de bi teqemenîyan kemîn li dar xist, di encama teqîna teqemenîyan de leşkerên sîyonîstan kuştin û birîndar kirin.