Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûnê di têketina tinêlekî de bi teqemenîyan kemîn li dar xist, di encama teqîna teqemenîyan de leşkerên sîyonîstan kuştin û birîndar kirin.
Tûgayên Qessam, li Xezzeyê di herêmên cuda de bi îşxalkeran re dikeve nav pevçûnê.
Di nav çend rojên dawîn de pevçûn bi dijwar bûne û di nav van pevçûnan de îşxalkeran zayîadên giran didin.
Qessam, derheqê operasyonên xwe de li ser qenela Telegramê agahîyan belav kir.
Hat destnîşankirin ku Qessam, li Beyt Xanûnê yekîneya pîyadeyan bi kemînê kuştine û birîndar kirine.
Xeyn ji van kemînan di nav rojê de Qessam wesayîtên îşxalkeran jî bi roketan hedef girtin û îmhe kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nêzî 40 hezar Filistînî tevî hemû astengiyên polîsên îşxalker nimêja Cejna Qurbanê li Mescida Eqsayê kirin.
Weqfa Êtîman li welatê Çadê yê li bakurê Efrîqayê ji 160 zarokên ku di sêwîxaneyekî de diman re cil û bergên eydê belav kir.
Berdevkê Tûgayên Şehîd Îzzeddîn El Qassam Ebû Ubeyde bang li heciyên ku diçin Kabeyê kir ku Xezzeyê bi bîr bînin û destnîşan kir ku hecê firsend e ku rastiya Xezzeyê bînin bîra gelê Îslamê.
Rejîma îşxalker ku li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, li bakurê Xezzeyê di êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan de yek jê pitik 14 Fîlîstînîyan şehîd kir.