Ji Ensarûllahê operasyonên mezin

Ensarûllahê Yemenê operasyonên xwe yên li dijî rejîma terorê dewam dike. Ensarûllahê li dijî çar cîhên mûhîm ên sîyonîstan û keştîyeke Emrîkayê operasyon li darxist.
Mucahîdên Ensarûllahê Yemenê li dijî rejîma terorê operasyonên xwe dewam dike. Mucahîdên Ensarûllahê bi operasyonên xwe hertim desteka mezin dide xelkê mezlûm ê Filistînê.
Ensarûllahê li dijî çar cîhên mûhîm ên sîyonîstan û keştîyekî Emrîkayê operasyon li darxist. Ensarûllahê li dijî avahîya Serokatiya Parastina Giştî ya sîyonîstan, li dijî balfirgeha Ben Gûrîonê, li dijî Santrala Ceyranê ya Haderayê û li dijî Bendera Aşdodê û keştîyên têkiliya wan a bi sîyonîstan re heye MSC ABY ê operasyonên bi ÎHA û mûşekî li darxistin
Berdevkê Ensarûllahê Yahya Serî got: “Me van operasyonên mezin ji bo destekdayîna ji xelkê mezlûm ê Filistînê û mucahîdên Filistînî li darxistiye û em ê hetanî ku qetlîamên rejîma terorê dewam bike operasyonên xwe jî dewam bikin.”
Serî weha berdewam kir, “Em di hefteya Mewlûda Neebî de ne. Em ji Resûlê Xweda re weha dibêjin: ‘Ya Resûlûllah, em Yemena xwedî îman û hîkmetê ne. Me çewa te di esra seadetê de tenê nehîşt, em îro jî te tenê nahêlin, emê te tenê nehêlin.’ Em li dawa te û rêya te xwedî derdikevin. Em mewzîya cîhada te bernadin. Em Behra Sor û Tel Avîv û Aşdodê û cîhên îşxalkirî ji dijminên te re dikin cehennemê. Em birayên xwe yên mezlûm, qibla me ya ewilî tenê nahêlin û em hertim wan destek dikin. Ya Resûlûllah îro ummet, Xezzeyê tenê hîştiye, qetlîam têne kirin, xûşk û birayên me têne perçe kirin, em jî wek mucahîdên Filistînê temamî ummeta te şîkayetê te dikin. Xaînan li dijî Filistîniyan planên qirêj kirin. Lê hetanî ji destê me tê em wan tenê nahêlin û wek te xwedî li mezlûm û muslumanan derdikevin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê (KDC), li dijî leşkerên ku li rojhilata welat dewrîye diavêtin êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.
14 kîlometre li rojhilata bajara Celalabada Efxenistanê di mezinahîya 5,6an der erdhejek çêbû.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.