Hat ragihandin ji qebristana ku li hewşa Nexweşxaneya Nasir e û ji teref siyonistên terorîst ve qetlîameke tevahî hat kirin heta niha cesedê 282 şehîdan hat derxistin.
Zilm, zordarî, qetlîam û qirkirina ku ji teref siyonistên terorîst û îşxalker ve hatibû destpêkirin bê navber berdewam dike. Li gorî agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst li Nexweşxaneya Nasir qetlîameke tevahî kirine ku ji vê yekê re delîk ew cesedên şehîdan in ku ji hewşa nexweşxaneyê hatin derxistin.
Lewra hat hînbûn ji qebristana ku li hewşa Nexweşxaneya Nasir e û ji teref siyonistên terorîst ve qetlîameke tevahî hat kirin heta niha cesedê 282 şehîdan hat derxistin.
Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û daxwaza kir ku lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat diyarkirin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê di meha Nîsanê de li girtîgeha rejîma siyonîst di encama îşkenceyê de şehîd bûye û cesedê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.
Di encama qezaya ku li herêma Gîlgît Baltîstana Pakîstanê pêk hat de 20 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 622yan, hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 867an.
Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.