Ji ser şehadeta Enes Şerîf salek derbas bû
Enes Şerîf, ku qetlîam, birçîbûn û wêranîya li Xezzeyê ji cîhanê re ragihand, di 10ê Tebaxa 2025an de, di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser konê ku rojnamevan lê kom bûbûn li ber Nexweşxaneya El Şîfa ya li bajarê Xezzeyê de şehîd bû. Salek piştî şehadeta El Şerîf, wêneyên Xezzeyê yên ku bi kameraya wî gihîştin cîhanê û peyama wî ya dawî di bîra me de mane.
Enes Şerîf, peyamnêrê El Cezîreyê ku bûyerên li Xezzeyê anî ber çavên cîhanê, tam salek berê, di 10ê Tebaxa 2025an de, di êrîşa rejîma sîyonîst de şehîd bû.
Di tenê 28 saliya xwe de, El Şerîf bûbû yek ji rojnamevanên herî navdar ên ku di seranserê şer de, bi taybetî li bakurê Xezzeyê, ji qadê nûçeyan dişand. Bi balkişandina cîhanê li ser bombebaran, birçîbûn, koçberiya bi darê zorê û qurbaniyên sivîl, El Şerîf bû yek ji şahidên herî girîng ên karesata ku gelê Xezzeyê jiyaye.
Ji bo bêdengkirina kameraya wî ew kirin hedef
El-Şerîf, ligel karmendên El Cezîreyê Mihemed Qureyka, Îbrahîm Zaher, û Mihemed Nawfal, û rojnamevanên serbixwe Mumin Eliwa û Mihemed el-Xalidî, di konê rojnamevanan de li ber deriyê Nexweşxaneya Şîfa li bajarê Xezzeyê bûn.
Konê ku rojnamevan lê bûn, di êrîşeke hewayî ya rejîma sîyonîst de bû hedef. El Şerîf û hevkarên wî di êrîşê de şehîd bûn.
Berî mirina xwe, cara dawî bi cîhanê re peyivî
Wêneyên ku Şerîf demek kurt berî şehadeta xwe parve kiribûn, careke din mezinahiya bombebarana li Xezzeyê eşkere kirin.
Lê belê mîrateya herî bi hêz a ku wî li dû xwe hişt ne tenê wêne bûn.
Di peyama xwe ya dawî de, ku ji bo şehadeta wî ya muhtemel hatibû amadekirin, Şerîf li ser êşa ku li Xezzeyê kişandiye û berpirsiyariya wî ya rojnamegeriyê tekez kir. Şerîf diyar kir ku wî qet dev ji vegotina rastiyê bernedaye û êşa gelê Xezzeyê wekî yek ji wezîfeyên bingehîn ên jiyana xwe nirxand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Tataristanê ragihand ku di êrîşa bi dronan a li ser bajarê Nizhnekamsk de, ku tê îddîakirin ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye kirin, 13 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne.
Rejîma sîyonîst digel agirbestê, êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne. Herî dawî, li bajarokê Zutr el-Şerqiye li başûrê Lubnanê teqînek mezin çêbû.
Di şewata kargeheke mobîlyayê ya li herêma pîşesaziyê ya Musa Sanaiya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî de 16 karkerên Bangladeşî mirin.