Li Erebistana Siûdî agir bi kargeheke mobîlya ket: 16 karker mirin
Di şewata kargeheke mobîlyayê ya li herêma pîşesaziyê ya Musa Sanaiya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî de 16 karkerên Bangladeşî mirin.
Li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, li kargeheke çêkirina mobîlyayan a li herêma pîşesaziyê ya Musa Sanaiya dixebitî, agir derket.
Ji ber belavbûna bilez a agir, derxistina karkerên di hundirê kargehê de zehmet bû.
Li gorî agahiyan, di şewatê de 16 karkerên Bangladeşî mirine.
Hate diyarkirin ku piraniya karkeran karkerên koçber ku li kargehê dixebitin bûn.
Karbidestên Wezareta Derve ya Bangladeşê diyar kirin ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û bi rayedarên Siûdî re hevkariyê dikin da ku cenazeyan di zûtirîn dem de vegerînin Bangladeşê.
Nêzîkî 3.5 milyon Bangladeşî li Erebistana Siûdî dijîn, û piraniya wan di sektorên avahîsazî, xizmetguzarî û çêkirinê de dixebitin.
Her sal bi hezaran kes ji ber sedemên aborî koçî vê herêmê dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst digel agirbestê, êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne. Herî dawî, li bajarokê Zutr el-Şerqiye li başûrê Lubnanê teqînek mezin çêbû.
Tevgera berxwedana Îslamî ya Hamasê tekez kir ku ew pabendî rêkeftina ku bi navbeynkar û Konseya Aştiyê re derbarê nexşerêya temamkirina pêkanîna merhayela duyemîn a rêkeftina agirbestê li Xezzeyê de hatiye kirin in.
Qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu ragihand ku wî plana 15 maddeyî ya ku ji hêla Komîteya Aştiyê ve derbarê pêkanîna merhaleya duyemîn a agirbestê li Xezzeyê de hatibû ragihandin, red kiriye.