Katz wêranîya li Xezzeyê îtîraf kir: Ev wêrankirin encama sîyaseteke plankirî ye
Wezîrê Parastinê yê rejîma sîyonîst îsraîl Katz, di serdana xwe ya bakurê Xezzeyê de diyar kir ku wêraniya li herêmê "encama sîyaseteke plankirî" ye. Katz got ku dema wêraniya li Xezzeyê dîtiye "xwe baş hîs kiriye" û planên avakirina sê wargehên leşkerî yên nû li bakurê herêmê ragihand.
Wezîrê Parastinê yê rejîma sîyonîst îsraîl Katz, di daxuyaniyên xwe ya ku di serdana xwe ya bakurê Xezzeyê de kir de bi eşkereyî sîyaseta wêrankirinê ya ku li Xezzeyê tê meşandin parast.
Katz di hevpeyvînekê de ku li ser televîzyona sîyonîst Kanal 14 hate weşandin, bersiva pirsek li ser dîmenên wêrankirinê yên li Xezzeyê da û got, "Hestek xweş e, ne wisa?"
Katz tekez kir ku wêrankirina li Xezzeyê "encama sîyaseteke plankirî" bû, daxuyaniyên ku pisporên hiqûqa navneteweyî wekî daxuyaniyek zelal a niyeta qirkirinê dibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de du Filistîniyên din şehîd bûne û 21 kes jî birîndar bûne. Bi vê yekê, jimara giştî ya şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73 hezar û 233 kesan û jimara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 707 kesan.
Filistîniyên ku li dijî êrîşa niştecihên sîyonîst li ser bajarokê Kafr Harîth li herêma Salfît a Şerîaya Rojava nerazîbûn nîşan dan, hewl dan pêşî li êrîşê bigirin. Li gorî agahiyan, di dema pevçûnan de du niştecihên sîyonîst bi kevirên ku hatine avêtin birîndar bûne û niha dermankirina wan tê kirin.
Pasdarên Şoreşa Îranê, ku bi mûşekên balîstîk baregeha hewayî ya Amerîkî li Urdunê hedef girt, bi vê gotinê bangî gelê Urdunê kir: "Em tu dijminatiyekê li welatê we nakin; berevajî vê, em ji we, gelê me yê hêja, pir hez dikin. Hûn êş û zilma gelê Filistînê ji her neteweyek din bêtir fam dikin."