Li Çînê agir bi restorantekê ket: 6 kes mirin
Di şewata li restorantekê li başûrê Çînê de şeş kes mirin û sê kes birîndar bûn.
Rayedarên herêmî ragihandin ku di şewata li xwaringehekê de li Haikou, paytexta parêzgeha Hainan li başûrê Çînê, şeş kes mirin û sê kes birîndar bûn.
Agir li xwaringehekê li aliyê rojhilatê Boulevardê Xiuying derket. Piştî bûyerê ekîbên îtfaîyeyê û rizgarkirinê ji bo herêmê hatin şandin.
Li gorî rayedaran, rewşa sê kesên birîndar aram e. Sedema şewatê di bin lêkolînê de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Kwara ya Nîjeryayê, ji ber hilweşîna avahiyek pênc kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke çekdarî de li bajarê Minneapolis ê Minnesota du kes hatin kuştin û çend kesên din, ku 2 ji wan polês bûn, birîndar bûn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.