Li Çînê şewat li kargehekê: 8 kes mirin
Di şewateke li navendeke bazirganî li bajarekî li bakurê Çînê de 8 kes mirin.
Bûyer, li firoşgehekê li navçeya Haigang a bajarê Qinhuangdao li parêzgeha Hebei ya bakurê Çînê qewimî.
Li gorî rayedarên herêmî, îro serê sibê ji ber sedemên ku hêna jî nayên zanîn, li firoşgeheke bazirganî ya qata jêrîn agir derketiye.
Ekîbên îtfaîyeyê, polês, rêveberiya awarte û ekîbên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê û dest bi karê xwe kirin.
Di şewata ku li cihê kar çêbû de 8 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Her sê kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Lêpirsîna derbarê şewatê de berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Zamboî, li rojavayê Komara Efrîqaya Navîn (CAR), nêzîkî sînorê Kamerûnê, di encama hezazê de li qadeke madenê zêr zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan.
Libnanê Generalê berê yê bi navê Adil Îsa, ku di bin rejîma Beşar Esed de xizmet kiribû, teslîmî Sûrîyeyê kir da ku bi tawanên dijî wî werin darizandin.
Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, Tuxgeneral Huseyîn Muhibbî, diyar kir ku çekên Îranê di şerekî nû yê muhtemel de ew ê ji yên berê cuda bin, û di warên wekî serikên mûşekan, rastbûn û menzîla wan behsa pêşketinên girîng kir.
Li bakurê Efxenistanê ji ber teqîna tîpeke gazê ya metbexê 16 kes birîndar bûn.