Li dijî Deyr el Belah û Cîbalîyeyê êrîşa sîyonîst: Du şehîd, gelek birîndar hene
Rejima îşxalker li Xezzeyê êrîşî herêmên cuda kir, di encamê de du Filistînî şehîd bûn, di encama bomberbarandina li ser konê sîvîlan jî gelek ke birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di êrîşa 8ê Kanûnê ya li dijî Xezzeyê de du Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji teref çavkanîyên herêmê ve hatine belavkirin, mala malbata “Cerro”yê ya li rojavaya Deyr el Belahê hat hedefgirtin û di encamê de Filistînîyekî, digel hemî midexeleyan şehdî bû. Li Kampa Halave ya li Cîbalîyeyê jî pîrekek bi ÎHAya sîyonîstan şehîd bû.
Hat destnîşankirin li dijî çadirên ku koçber di nav de dimînin jî bi ÎHAyan êrîş hat lidarxistin û di encamê de gelek Filistînî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin lê ambûlans ji ber êrîş û bomberdmanan ji gelek herêman re dûr man û negihîştin birîndaran. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîş û serdegirtinên rejîma siyonîst de, zêdetirî 100 Filistînî, ku di nav wan de kesayetên sîyasî û êsîrên berê yên Filistînî jî hene, hatine desteserkirin.
Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Taya Dangê îsal heta niha 401 kes mirine.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xalid Meşal, got ku divê îdareya bireveberîya Filistînê bi temamî di destê Filistînîyan de be, derheqê meseleya çekan de jî pêşnîyarên rastîn û yê ku mirov dikare tetbîq bike pêşnîyar kirine.
Li dibistaneke navîn a li Emrîkayê, di êrîşeke bi kêran de xwendekarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.