Li Efrîqaya Başûr di madenê de qeza: 14 karker mirin
Li parêzgeha Bakurê Rojavayê Efrîqaya Başûr, ji ber hilweşîna keviran di madeneke terikandî de 14 madenvanên neqanûnî mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Berdevka Polêsê Wîlayeta Bakurê Rojava, Kolonel Adele Myburgh, ragihand ku di bûyera li herêma Nkaneng a nêzîkî Rustenburgê de 14 kes, ku piraniya wan welatiyên Lesotho ne, mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Myburgh destnîşan kir ku heşt kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê, û got ku dibe ku hejmareke nediyar ji madenvanên neqanûnî hêna jî di bin erdê de asê mane.
Li gorî agahiyan, polês û ekîbên xelaskirinê bê navber li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Navenda Lêkolînên Esîran a Filistînî ragihand ku rejîma îşxalker di zindanên xwe de îşkence, birçîkirin û paşguhkirina esîrên Filistînî didomîne.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên li ser bajarê Zaporîjya û çend wargehên li herêma Dnipropetrovsk de neh kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.
Dadgeha Cezayê li Şamê, paytexta Sûrîyeyê, ji serokê berê yê rejîma hilweşiyayî Beşar Esed, birayê wî û fermandarê Firqeya 4emîn Mahir Esed, û Atif Necîb, serokê berê yê Şaxa Ewlekariya Sîyasî li Derayê re cezayê darvekirinê da.