Li Efxenistanê tîpa gazê teqîya: 16 birîndar
Li bakurê Efxenistanê ji ber teqîna tîpeke gazê ya metbexê 16 kes birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Feyzabad a navçeya Şîrîn Tagab li wîlayeta Feryab a bakurê Efxenistanê dema ku endamên malbatê di malekê de kom bûbûn qewimî.
Li gorî medyaya herêmî, tîpa gaza metbexê yê di malê de ji ber sedemek nediyar teqiya.
Di teqînê de 16 kesên di malê de bûn birîndar bûn. Hemû mirovên birîndar ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyek li wîlayeta Balkh a cîran re hatin rakirin. Rayedaran diyar kirin ku rewşa heft ji birîndaran krîtîk e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Zamboî, li rojavayê Komara Efrîqaya Navîn (CAR), nêzîkî sînorê Kamerûnê, di encama hezazê de li qadeke madenê zêr zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan.
Libnanê Generalê berê yê bi navê Adil Îsa, ku di bin rejîma Beşar Esed de xizmet kiribû, teslîmî Sûrîyeyê kir da ku bi tawanên dijî wî werin darizandin.
Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, Tuxgeneral Huseyîn Muhibbî, diyar kir ku çekên Îranê di şerekî nû yê muhtemel de ew ê ji yên berê cuda bin, û di warên wekî serikên mûşekan, rastbûn û menzîla wan behsa pêşketinên girîng kir.