Li Emrîqayê li parka avê bi çekan êrîş hat kirin: 9 birîndar
![Li Emrîqayê li parka avê bi çekan êrîş hat kirin: 9 birîndar Li Emrîqayê li parka avê bi çekan êrîş hat kirin: 9 birîndar](/img/NewsGallery/2024/6/16/399891/FeaturedImage/06942c58-796a-451f-bd42-d978cf858051.webp)
Di êrîşa çekdarî ya li parka avê ya li Detroita wîlayeta Michigan a Emrîqayê da 2 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Polîsê Detroitê ragihand ku êrîşkarekî çekdar ketiye parka avê ya li bajêr û girseya ku di nav de zarok jî hebûn gulebaran kiriye.
Şerîfê wîlayetê Oakland Michael Bouchard got ku çekdar ji otomobîla xwe peya bû, rasterast çû qiraxa hewzê û gelek caran gule li mirovan reşandin.
Bouchard, diyar kir ku di êrîşa çekdarî de 2 jê zarok 9 kes birîndar bûne û diyar kir ku zarokê 8 salî gule li serê wî ketiye û rewşa wî giran e.
Bouchard diyar kir ku dibe hejmara birîndaran zêde bibe û da zanîn ku êrîşkar întîhar kiriye.
Polîsan ragihand ku êrîşdar zilamekî 42 salî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Fîlîstînê ku ev bû 9 meh e berxwedanekî bi nav û deng nîşan daye, dîmeneke nû parve kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li bajara Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de hejmarê mirîyan derket 20 kesan, 46 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê êrîşan li dar xist, di wê êrîşê de bi tevî xûşka Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye 10 kes şehîd bûn.