Li Endonezyayê agir bi avahiyek 7 qatî ket: Herî kêm 20 kes mirin
Di şewata avahiyek heft qatî ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê de, herî kêm 20 kes mirin.
Serokê Polêsê Cakartaya Navendî Susatyo Purnomo Condro got ku agir hatiye kontrolkirin û ji bo qurbaniyên din ên muhtemel li ser avahiyê lêkolîn tê kirin.
Condro diyar kir ku agir li dora nîvro li qata yekem dest pê kiriye û bi lez belavî qatên jorîn bûye. Hinek karmend wê demê di navberiya nîvro de li avahiyê bûn, hinekên dinê jî ji ofîsê derketibûn.
Condro diyar kir ku piraniya kesên ku mirine, dibe ku ji ber dûmanê mirine ne ji ber şewitandinê.
Dema ku cenazeyên miriyan ji bo otopsiyê birin nexweşxaneya polêsan, ekîbên îtfaîyeyê lêgerîna xwe ya ji bo kesên din ên ku dibe ku di avahiyê de asê mane berdewam kirin.
Herwiha, ji ber germahiya zêde û dûmana qalind, li hinek qatan hewildanên sarkirinê pêşî têne kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
“Trêna Başîtîyê ya 24emîn” ku di koordînasyona AFADê de hatîye amadekirin û di nav de alîkarîya însanî heye, 28 hezar kîloyên zexîreyê, 560 ton xwarinên curbecur, 550 ton arvan û 14 hezar betanî ji wîlayeta Herata Efxenistanê re gihîştin.
Di nûçeyên ku di çapemenîya Emrîkayê de derbas dibin de, tê îddîakirin ku Hêzên Sehlê yê Emrîkayê li peravên Venezuelayê dest danîye li ser tankêra petrolê.
Di êrîş û serdegirtinên rejîma siyonîst de, zêdetirî 100 Filistînî, ku di nav wan de kesayetên sîyasî û êsîrên berê yên Filistînî jî hene, hatine desteserkirin.
Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Taya Dangê îsal heta niha 401 kes mirine.