Li Endonezyayê hejmarê mirîyên ji ber lehîyê mirine derket 961an
Hat îfadekirin ku li Endonezayê hejmarê mirîyên ku ji ber lehîyê canê xwe ji dest dane derket 961 kesan, xebatên alîkarîyê zêde bûn.
Ajansa Bireveberîya Afeta Netewî ya Endonezyayê (BNPB), di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku li Aceh, Sumatraya Bakur û Sumatraya Rojava lehî û hezaz pêk hatibû, di encama van felaketan de 961 kesan canê xwe ji dest dan.
BNPB, diyar kir ku 293 kes winda ne û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê cesedê 40 kesên dinê jî dîtin.
Hat destnîşankirin ji bona ku xebat zêdebibin û xebateke hevpar were lidarxistin ew ê polês, leşker û ajansa xelaskirin û lêgerîn a netewî bi BNPB û îdareya mehelllî re tevbigerin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Greva giştî ya li Portekîzê li dijî reformên kedê yên hikûmetê, bi taybetî di sektora veguhastinê de bûye sedema astengiyên cîddî.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.