Li Fîlîpînanê Felaketa tayfûn û mûsonê: Herî kêm 17 kes mirin
Li Fîlîpînan ji ber felaketên ku ji ber Tofana Bavî û mûsona başûrrojava çêbûne, herî kêm 17 kes mirin.
Li gorî raporên medyaya herêmî, Konseya Kêmkirin û Rêvebirina Rîska Felaketan a Neteweyî ya Fîlîpînanê (NDRRMC) ragihand ku hejmara qurbaniyên felaketên ji ber baranên tofan û mûsonê çêbûne herî kêm gihîştiye 17 kesan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 514.000 kes ji ber felaketên xwezayî tesîrdar bûne, û ji bo zelalkirina hejmara mirî, birîndar û windayan hewl têne dayîn.
Ji aliyê din ve, Buroya Meteorolojîyê ya Fîlîpînê (PAGASA) ragihand ku Tofana Bavî doh ji saet 08:20an pê ve bi dema herêmî tesîra xwe li ser welat winda kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hate îddîakirin ku di ceribandinên ku di çarçoveya bernameya "Ewlehiya Binav Avê" de, ku ji hêla fonên Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin, hatine kirin, TNT û maddeyên radyoaktîf hatine bikar anîn.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber şerê li El Ubeyd a paytexta wîlayeta Bakurê Kordafanê ya Sûdanê, jiyana nêzîkî 500 hezar sivîlan di nav talûkeyeke krîtîk de ye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li bajarê Odessa yê Ukraynayê û herêma Odessa êrîş li ser tesîsên binesaziya bendergehê kirine, ku îddîa dike ku ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn.