Li Kongoyê, 37 kesên din ji ber Ebolayê mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC) ji ber nexweşiya Ebolayê hejmara kesên ku mirin gihîşt 967 kesan, ev jî di 24 saetên dawî de 37 kes zêde bûye.
Li gorî medyaya neteweyî, hejmara nexweşên Ebolayê 79 zêde bû û gihîşt 2423 kesan; rêjeya mirinê jî gihîşt ji sedî 39.9an.
Hejmara nexweşên li nexweşxane û odeyên îzolasyonê jî 10 zêde bû û gihîşt 734an, û rêjeya şopandina têkiliya nexweşên Ebolayê gihîşt ji sedî 81.1ê.
Şewba Ebolayê di 15ê Gulanê de li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê dest pê kir. Navenda şewbê li parêzgeha Ituri ya Kongoyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava li zêdetirî 15 cihan malên Filistîniyan, binesaziya avê û erdên çandiniyê hedef girtin. Tê ragihandin ku ev provokasyonên ku êrîşên xwe yên li ser Mescîdî Eqsayê didomînin, beriya roja ku jê re "Wêrankirina Çiyayê Perestgehê" tê gotin, zêde bûne.
Serokê karên derve yê Hamasê Xalid Meşal, ji ber hilbijartina wî wekî serokê nû yê Buroya Sîyasî ya tevgerê pîrozbahî li Xelîl el-Heyye kir û got, "Em, ligel hemî endamên tevgerê, li pişt serokatiya Dr. Xelîl el-Heyye ne."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di nûvekirina xwe ya rojane ya li ser şerê li Ukraynayê de ragihand ku wargeha Volokhovskoye ya li herêma Xarkîvê ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.