Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî
![Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî](/img/NewsGallery/2024/6/29/401908/FeaturedImage/ac0f4841-ec79-4f27-89ef-cb6bdfc660ff.webp)
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê, di encama ku tir ket nav mirovên ku nimêja înê dikirin de li gorî diyarîyên ewil 14 kesan canê xwe ji dest dane.
Bûyer, li ser rêya Zarîa-Kanoya ku li herêm bireveberîya Mehellî ya Kurayê pêk hat.
Tira ku ji rê derket, li peyayên ku nimêja Înê dikirin qelibî.
Di encama qezayê de 14 kesan wefat kirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer, ji teref Fermandarê Sektora Kanoyê ya Yekîneya Ewlehîya Rêya Federalê Îbrahîm Abdullahî ve hat rastkirin.
Fermandarîya Wîlayeta Kanoya FRSCyê, daxuyand ku piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Hat daxuyandin ji bona ku sedema qezayê bê eşkerekirin tehqîqat berdewam dike.
Fermandar Abdullahî, ji malbatên mirovên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane re sersaxîya xwe şîyand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa ku derheqê şewata li Hewlêr, Kerkûk û Dihokê eleqeya YNKê heye anjî tineye de weha axivî, “Dibe ku wan mirovan bi ferdî berê endamê partîyê (YNK) bin. Ev meseleyeke cuda ye, encax tu delîlekî û îspatekî tineye ku YNK bi partîtî li pişt van meseleyan e.”
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê.
Serokê Zanyarîya Cerrahîya Plastîk û Şewata Kompleksa Tip Nasirê Dr. Hassan Hamdan, li herêma Deîr Al-Balahê ji teref rejîma îşxalker ve bi bombeyê êrîş li mala wî hat kirin, di encama êrîşê de bi tevî hemû ferdên malbata xwe şehîd ket.
Şelal Gedoyê temsîlkarê Konseya Netewîya Kurd a Sûrîyê, destnîşan kir ku armanca Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ku baskê PKKê ya li Sûrîyeyê ye tunekirina doza Kurdan e.