Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê.
Baregeha Serok Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek da.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û lijneya pê re îro piştî nîvro gihîştin Bexdayê û ji aliyê cîgirên serokwezîrê Iraqê Dr. Mihemed El Temîm û Dr. Fuad Husên û hejmarek ji rayedarên hikûmet û siyasî yên Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku biryar e di çarçoveya serdana xwe de Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, aliyên siyasî û hejmareke balyozên welatên biyanî yên li Bexdayê bicive. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ya Qirxizistanê, daxuyand ku endamê komeke ku plana qulipandina îqtîdarê dikirin hatine qefaltin.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrallah, bi lijneya HAMASê ya ku di bin serokatîya Dr. Xelîl el-Hayye de bû re hevdîtinê kir.
Li wîlayeta Sînnara Sudanê kelekek bin av bû, di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qetlîam û êrîşên xwe didomîne, herî kêm 10 Fîlîstînîyên dinê jî şehîd kir.