Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî
![Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî](/img/NewsGallery/2024/6/29/401908/FeaturedImage/ac0f4841-ec79-4f27-89ef-cb6bdfc660ff.webp)
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê, di encama ku tir ket nav mirovên ku nimêja înê dikirin de li gorî diyarîyên ewil 14 kesan canê xwe ji dest dane.
Bûyer, li ser rêya Zarîa-Kanoya ku li herêm bireveberîya Mehellî ya Kurayê pêk hat.
Tira ku ji rê derket, li peyayên ku nimêja Înê dikirin qelibî.
Di encama qezayê de 14 kesan wefat kirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer, ji teref Fermandarê Sektora Kanoyê ya Yekîneya Ewlehîya Rêya Federalê Îbrahîm Abdullahî ve hat rastkirin.
Fermandarîya Wîlayeta Kanoya FRSCyê, daxuyand ku piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Hat daxuyandin ji bona ku sedema qezayê bê eşkerekirin tehqîqat berdewam dike.
Fermandar Abdullahî, ji malbatên mirovên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane re sersaxîya xwe şîyand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Koreya Başûr, daxuyand ku Koreya Bakur fuzeyên balîstîkî ceribandin.
Di encama êrîşa ku li Tulkarma girêdayê Şerîaya Rojava hat kirin de Filistînîyek hat şehîdkirin û 5 jî birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve hat ragihandin ji ber êrîş û astengkirinên rejîma terorê sotemenî qedîya ku ew ê ji ber vê yekê îstasyonên oksîjen û navendên tenduristîyê bisekinin.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.