Ulema, sîyasetmedar û nivîskaran di “Komxebata Meseleya Kurd” de tespîtên muhîm kirin
![Ulema, sîyasetmedar û nivîskaran di “Komxebata Meseleya Kurd” de tespîtên muhîm kirin Ulema, sîyasetmedar û nivîskaran di “Komxebata Meseleya Kurd” de tespîtên muhîm kirin](/img/NewsGallery/2025/2/15/442776/FeaturedImage/3de94e5f-369e-4f99-b67b-113e6b1b6033.webp)
Ulema, sîyasetmedar û nivîskarên ku beşdarî “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PARê li Dîyarbekirê tertîp dike bûn tespîtên muhîm kirin, destnîşan kirin ku divê mafên bingeh û azadîyên Kurdên ku li erdnigarîyên cuda dijîn ji Wan re bêne dayîn.
“Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” ku hûrgilîyên dîrokî, civakî û sîyasî têne bidestxistin li Dîyarbekirê berdewam dike.
Di komxebata ku ulema, sîyasetmedar û nivîskar diaxivin de derheqê meseleya Kurd de çareserîyên cuda têne pêşnîyazkirin.
Ramazan Tekdemîr
Serokê Şûbeya Dîyarbekirê yê Egîtîm Bîr-Senê Ramazan Tekdemîr, di axavtina ku li Komxebatê li dar xist de weha got, “Em weke sazîyên sivîl ên îslamî yên Dîyarbekirê, meseleya kurd weke meseleyeke ku divê li ser esasê mafên Îslamî û mirovî li ser esasê muzakereyên berfireh û bi beşdarîya hemû qatên civaka kurd bê çareserkirin, dibînin.”
Tekdemîr di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku, “Mihatabê meşrû yê meseleya Kurd di serî de gelê herêmê û Kurdên ku li Tirkîye û herêmê dijîn in.” Dûre Tekdemîr weha berdewam kir, “Kêmkirina meseleya Kurd ji bo pirsgirêka PKKê û pirsgirêka çekan û tenê PKK û DEMê bibin hêza nûnertîya hemû Kurdan; Pêvajoya muzakereyê ya yekpolî ya ku cesaretê bide serdestiya PKK û DEMê, wê ne temam û xelet be.”
Sabrî Okur
Birazîyê Bedîuzzeman Seîd Nursî jî di axavtina xwe de derheqê nirxandinên Ustad ê li ser meseleya Kurd de axivî.
Okur, destnîşan kir ku divê di vê dema ku dijminên Îslamê li dijî Misilmanan êrîşên xwe zêde kirine de em berê xwe bidin Kelha Biratîya Îslamê.
Okur derheqê êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê de jî axivî û îfade kir ku hewceye li hember van êrîşan biratîya îman û Îslamê bê tesîskirin, ew ê bi vê şeklê li hember êrîşdarîya kufrê bê sekinandin.
Mehmet Beşîr Varol
Şair, mitefekkîr, alim û endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Beşîr Varol jî di axavtina xwe de weha got, “Em bawer dikin ku ew ê xelasîya însanîyetê bi Îslamê be. Hemû Pêxemberên ku Xwedayê Dilovan şandîye ji bo mezluman micadeleyê kirine.”
Varol destnîşan kir ku “Hezretî Muhammed selat û selamê li ser wî be jî ji bo xelasîya mezlum û mistezefên cîhanê micadeleyê kirîye.” Wî îfade kir ger ku Misilmanekî, qewmekî nasneke ew ê hem ji xwe re hem ji wî qewmê re û hem jî ji dînê xwe re zilmê dike.
Varol destnîşan kir ku li hizûra Xwedê însanê herî biqedr û biqîmet însanê biedalet e, hedîsekî Pêxemberê me bibîrxist û îfade kir ku Pêxemberê me îfade kirîye tu irqekî û qewmekî ji irq û qewmekî dinê zêdetir û bilindtir nîne, bilindbûyîn encax bi teqwa, edalet, exlaqa xweş û başîtîyê mimkin e.
Varol îfade kir ku divê her qewmekî li hember zalimên xwe bisekinin, wê demê ew ê fitne çênebe û kaos û gengeşî li ser rûyê erdê rabibe.
Îbrahîm Guçlu
Sîyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu jî weha got, “Meseleya me meseleya gelekî û dewletekî ye. Divê ev mesele hem diwarê însanî, hem felsefî hem jî sosyolojîyê de mitleqe bê çareserkirin.”
Guçlu destnîşan kir ku meseleya Kurd û Kurdistanê problem û pirsgirêka her Kurdekî ye, ev bû hezar sal e li ser van axên ku em dijîn zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye û ev jî tu dem nayê qebûlkirin.
Guçlu ragihand ku niha xebatên makeqanûnekî nû heye, divê di vê makeqanûna ku tê qalkirin de mitleqe daxwaz û mafên Kurdan jî hebin.
Orhan Mîroglu
Orhan Mîrogluyê Parlamenterê Mêrdînê yê AK Partîyê ya dewra 25 û 26emîn jî îfade kir ku meseleya Kurd heta îro ji gelek merhaleyan derbas bû, rûdana çarparçekirina erdnigarîya Kurdan a Îngîlîzekî û Fransizekî heta îro berdewam dike.
Mîroglu destnîşan kir ku Kurdên li Komarîya Tirkîyeyê dijîn nêzê 200 sal e micadeleya hebûnê didin, roja ku em îro hatine jî dilrehetker nîne.
Mîroglu îfade kir ku hinek Kurd îro herba wekaletîyê diajo, bi taybetî piştî ketina rejima Baasê û qirkirina rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ew ê li herêmê tu tişt weka berê nebe.
Divê Tirk jî Kurd jî ji hemû tiştan re hazir bin, “Qedera Kurdan bi çend peymanên ku ji Qendîlê têne ve girêdayê nîne.”
Altan Tan
Sîyasetmedar û nivîskar Altan Tan jî destnîşan kir ku meseleya Kurd meseleyekî 200 salî ye.
Tan diyar kir ku piştî hilweşîna Dewleta Osmanî tu qewmek û gelekî mesut û bextîyar nebûne, îro li ber Misilmanên Tirkîyeyê rêyên nû hene, ev erdnigarîya ku 100 sal berê hatibû belavkirin qedera kombûnê bidestxistîye.
Tan ragihand ku îro li Rojhilata Navîn jî yekîtîyekî wek Yekîtîya Ewrûpayê dikare bê sazkirin, heger meseleya Kurd bê çareserkirin dibe ku navenda vê yekîtîyê jî Tirkîye be.
Altan Tan destnîşan kir ku divê di makeqûna nû ya ku li Tirkîyeyê bê çêkirin de sîstema perwerdehîya Kurdî hebe û zimanê Kurdî jî bibe zimanekî fermî, divê Misilmanên Tirk û Kurd di vê pêvajoyê de aktîfbin.
Abdulvahab Ekîncî
Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Navneteweyî Alim, Ramanwer Abdulvahab Ekîncî jî weha got: "Ger îro pirsgirêka kurd heye sedema wê jî heye. Sedema herî girîng jî nîjadperestî ye."
Ekîncî, anî ziman ku piştî hilweşîna Osmanîyan xerîtayênku bi desthilatdaran re hatin xêzkirin, hemû ummet mexdûr bû û destnîşan kir ku bi taybetî Kurd mexdûr bûne.
Ekîncî, anî ziman ku di serî de yên li salonê ji bo yekîtî û hevkarîyê berpirsyariyên mezin hene û diyar kir ku daxwaza wî ew e ku li şûna axaftinan tiştên ku hatine gotin bike pratîkê.
Mehmet Emîn Ekmen
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê Partîya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî weha got, “Bi dîtina min girîng e ku ev mijar ne li dora partîyek, rêxistin û pêkhateyek tenê, li ser bingehê hemû hêman, rengînbûn û cihêrengîya Kurdan, mîna hemû welatîyên Komara Tirkiyê, were nîqaşkirin.”
Ekmen di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Bê şik em ê hewl bidin ku diyar bikin ku her para ku Kurd ji desthilatdarîya welatê ku lê ne, bi taybetî li Tirkiyê, wek îro li Iraq, Sûrîye û Îranê bi dest bixin, ji bo Tirkiyê ne xetere û xeternak e û mezintirîn pêşnûmeya vê yekê jî têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de ye. Dixwazim bibêjim ku ez di wê baweriyê de me ku bi serdan ji bo hemû rewşenbîr, bîr û raya giştî û dezgehên ragihandinê yên ku di medyaya Tirkiyê de, bi taybetî siyaseta AK Partîyê û sîyaseta îttîfaqê ya ku dewletê birêve dibin, diyar dikin, bi serdan û însiyatîfeke ciddî ji bo çêkirina vê razîbûna hevpar a civakî û hevpar, bi fêde ye.”
Galîp Ensarîoglu
Parlamenterê AK Partîyê yê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu di axaftina xwe de got, "Gava dinê jî hat gotin û bal hat kişandin Meseleya Kurd, meseleyekî 100-150-200 salî ye. Dibe ku îro em behsa 100 salên dawî bikin. Yanî em ê hewl bidin beşa ku bi Komarê dest pê kiriye biaxivin û çareser bikin. Pirsgirêka 150-200 salî ye, lê bi damezrandina Komarîyê pirsgirêkekî ku fermîtî qezenc kirîye ye."
Ensarîoglu ku got “Ji ber vê sedemê herî zêde kurdan tengasîyan dîtin.” Dûre weha li axavtina xwe zêde kir, “Piştî sala 2005an ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd gelek gav hatin avêtin.”
Ensarîoglu, anî ziman ku kurd û tirk nêzî 1000 sal in bira ne û weha got, "Li geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn dinêrin, divê Tirkiye hundirê mala xwe ji nû ve dîzayn bike."
Ensarîoglû diyar kir ku pêwîst e bi Kurdan re li ser bingeheke rast tifaqeke nû bê avakirin û got, "Hêvîdarim ev serdema nû ji bo vê yekê wesîle be." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.
Artêşa Ukraynayê, li xeta borîya Rusyayê ya ku petrola Qazakîstanê vediguhast Ewropaya Rojava xist.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat meydanê.