Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 222 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 222 kesan û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de êrişî ser Xezzeyê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran kes şehîd û birîndar bûn.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 3 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan û 9 kes jî birîndar bûn.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 222 kes şehîd bûn û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hat kirin de 9 Filistînî şehîd bûn. Êrîşên li ser malekê li Xan Yûnis û kampên konan li navenda Xezzeyê bûn sedema candayînan.
Li wîlayeta Oklahomaya Emrîkayê piştî bataneke dijwar lehî çêbû, di encama lehî û bahozê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Şêx Huseyîn Atwî yek ji fermandarên sereke yên "Hêzên Fecrê" baskê leşkerî yê Cemaeta Îslamî li Lubnanê bû di encama êrîşa balafirên sîyonîst de li başûrê paytext Beyrûtê şehîd bû.
Di êrîşên hewayî û topan ên çeteyên îşxalker ên li ser Xezzeyê yên tevahiya şevê de pêk anîn de herî kêm 14 kes ku di nav de zarok jî hene şehîd bûn.