Hat ragihandin ku li hinek bajarên Pakîstanê ji ber barana zêde hejmara mirîyan derket 87an.
Hûrşîd Enverê Berdevkê Îdareya Rêvebirê Kerasetê yê Pakistanê ragihand ku li wilayetên Pencap, Belûcîstan û Hayber Pehtunhva yê di dawîya heftê encama dest pê kirina baranên zêde û birûskan de 87 kes mirin, nêzî hezar û 370 xanî jî zirar dîtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, mercên xirab ên asîmanî, dibe ku tesîr bike xebatên rizgarkirin û lêgerînê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat diyarkirin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê di meha Nîsanê de li girtîgeha rejîma siyonîst di encama îşkenceyê de şehîd bûye û cesedê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.
Di encama qezaya ku li herêma Gîlgît Baltîstana Pakîstanê pêk hat de 20 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 622yan, hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 867an.
Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.