Li peravên Ummanê keştiyeke petrolê qeza kir
Odeya motorê ya tankereke petrolê li peravên bakur-rojhilatê Ummanê piştî ku tiştek nenas lê ket, bi giranî zirar dît. Tê ragihandin ku ekîb ewle ye û sûcdar hîn nehatiye naskirin. Ji keştîyên li herêmê hatiye xwestin ku baldar bin.
Tankereke petrolê ku li peravên bakur-rojhilatê Ummanê diçû, piştî ku ji aliyê tiştekî nenas ve li wê ket, zirar dît.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê UKMTO ve, bûyer bi qasî 9 mîlên deryayî (16.7 kîlometre) dûrî peravên Şîsayê li bakurê rojhilatê Ummanê qewimî.
Li gorî agahiyan, tiştekî nenas li odeya motorê ya tankerê ketiye û zirareke mezin çêkiriye. Ji ber vê zirarê keştî bêliv û bêkêr bûye.
Hat ragihandin ku ekîb di ewlehiyê de ye û di encama bûyerê de ti mirin an birîndarî çênebûye. Raportên destpêkê nîşan didin ku li deryayê ti rijandina petrolê an jî qirêjiya jîngehê çênebûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî ku agirbest li Xezzeyê ketiye meriyetê jî, êrîş berdewam dikin û hejmara şehîdên Filistînî ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73.431 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 9 cenazeyên şehîdan û 36 birîndaran anîne nexweşxaneyan.
Ehmed Bedreddîn Hessûn, Muftîyê Mezin ê berê yê Sûrîyê ku di bin serokatiya Beşar Esed de xizmet kiriye, bi tohmeta handana tundûtûjîyê û rewakirina kuştinê cezayê muebbeê lê hat birîn.
Li herêma Kenscoff a nêzîkî Port-au-Prince, paytexta Haîtîyê, di êrîşeke çeteyên çekdar de herî kêm 47 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn. Dêrek jî ku mirovên bêwar lê xwe lê girtibûn, di êrîşê de bû hedef û tê gotin ku gelek kes hatine revandin.