Li pişt êrîşa Emrîkayê ya li ser Karayîpê nefta Venezuelayê heye

Serokê Emrîkayê Donald Trump, êrîşa ku li Behra Karayîpê li dar xist û di encamê de 11 kes mirin wek “micadeleya bi tiryakê re” nîşan da. Encax bireveberîya Caracasê, bal dikşîne ku armanca Washingtonê çavkanîyên nefta dewlemend a Venezuelayê ye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, daxuyand ku di êrîşa ku hêzên Emrîkayê li Behra Karayîpê li dar xist de 11 kes mirine. Washington, îfade kir ku êrîş ji bo “qaçaxçîyên tiryakê” hatîye lidarxistin, bireveberîya Venezuelayê jî îfade kir ku ev ne rast e, Emrîka ji bo menfîetên xwe li herêmê gengeşîyê derdixe.
Trump,li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ya Truth Socialê îddîa kir ên ku hatine kuştin endamên kartelên ku bi Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduroyê re girêdayî ne bûn. Encax li gorî çavnêrînan dibêjin ku ev ji bona ku rezervên nefta dewlemend a Venezuelayê bidest bixe derewekî Emrîkayê ye.
Wezîrê Karên Derve Marco Rubio jî got, “Emrîka ew ê bi hemû qeweta xwe li hember van çeteyan herbê bike.” Û bi vê şeklê Rubio xwest ku hebûna leşkerên Emrîkayê ya li herêmê meşrû bike. Lê rastî ev e ku Emrîkayê bi şandina keştîyên xwe yên herbê ji herêmê re zêdekirina zexta xwe ya li ser çavkanîyên enerjîyê ye.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, bibîrxist ku welatê wî pirî caran dûçarê mueyyîde û derbeyên Washingtonê bûye, “Emrîkayê dixwaze ku bi beheneya tiryakê me bike tengasî û quncikê. Armanca wan a esil, nefta gelê me û çavkanîyên xwezaî ye.”
Bireveberîya Emrîkayê, ji bo qefaltina Maduroyê 50 milyon dolar dîyarî daxuyandibû, bi vê gavê gengeşîya herêmê zêdetir dike. Hat îfadekirin ku ev sûcdarîya “kartelên tiryakê” ya Washingtonê, wek derew û beheneyên “çekên îmha ya kûrewî” ku li Îraqê gotibû ye. Bi vê şeklê tê xwestin ku serxwebûnîya Venezuelayê were ziîfkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
14 kîlometre li rojhilata bajara Celalabada Efxenistanê di mezinahîya 5,6an der erdhejek çêbû.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Li wîlayeta Nangarhara Efxenistanê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.