Li Şerîaya Başûr 9 hezar û 690 Filistînî hat desteserkirin
![Li Şerîaya Başûr 9 hezar û 690 Filistînî hat desteserkirin Li Şerîaya Başûr 9 hezar û 690 Filistînî hat desteserkirin](/img/NewsGallery/2024/7/16/405074/FeaturedImage/7de0e0e4-975b-49d0-892e-d087603c44d8.webp)
Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker a siyonîst di 24 saetên dawîn de 20 Filistînîyên din binçav kirin û ji 7ê Cotmehê heta niha 9 hezar û 690 Filistînî desteser kirin.
Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker a siyonîst ku li Şerîeya Rojava û Qudsê êrîşên xwe yên li dijî Filistîniyan didomîne, herî kêm 20 Filistînî binçav kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Girtiyên Filistînê de hat diyarkirin ku rejîma sîyonîst li bajarên Ramallah, Beytullahîm, El Xelîl, Tulkerîm û Nablûsê avêtin ser malan.
Hat ragihandin ku îşxalkeran di serdegirtinan de 20 Filistînîyen din ku di nav wan da beriya niha hatin berdan hatin binçavkirin.
Komîsyona Têkiliyên bi Girtî û Girtiyên Berê û Klûba Girtiyên Filistînê ragihand ku hejmara Filistînîyên ku ji 7ê Cotmehê ve ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine desteserkirin, gihîştiye 9 hezar û 690 kesan.
Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên leşkerên îşxalker û çeteyên cihû yên ku li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îşxalkirî erdê Filistîniyan zeft kirine de 575 Filistînî şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mesqeta paytexta Ommanê di êrîşa çekdarî ya li ber mizgeftekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê 17 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Siyonîstên îşxalker herêma ku sivîlên Filistînî yên derbider tê de bûn bombebaran kirin. Hat ragihandin ku gelek şehîd û birîndar hene.