Li ser termînala petrolê ya li St. Petersburgê êrîşa bi dronê
Li ser termînala petrolê ya li St. Petersburgê ya Rûsyayê bi dronê êrîşek pêk hat, lê ti kes nehate kuştin an birîndar bûn.
Waliyê Sankt Petersburgê Alexander Beglov diyar kir ku êrîşa bi dronan a li ser termînala petrolê ya li navçeya Kirovskiy ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatiye paşve xistin.
Beglov diyar kir ku pirsgirêkên teknîkî yên ji ber êrîşê çêbûne zû hatine çareserkirin û di bûyerê de kes birîndar nebûye.
Beglov diyar kir ku yekîneyên parastina hewayî bi tevahî 72 balafirên bêmirov bêtesîr kirine û got ku UAVek li nêzî Qesra Petergofê ketiye xwarê, lê ti kes nemiriye û ne jî zirara maddî çêbûye.
Di heman demê de, wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku agir li termînalek petrolê ya li St. Petersburgê derketiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Sumiyê de 4 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Trump got ku ew ji bo merasîma dewletê ya ji bo Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Elî Xameneî hefteyek betlaneyê didin hikûmeta Îranê.
Li herêma Mohmand a wîlayeta Xeyber Paxtunxwayê ya Pakistanê, di êrîşeke çekdarî de du polês hatin kuştin.