Li Şerîaya Rojava ji bo berfirehkirina îşxalkirinê hewl tê dayîn
Li gorî agahîyan, rayedarên rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 13 planên niştecihbûnê dinirxînin ku tê de avakirina 1670 xanîyên nû tê pêşbînîkirin. Di nav planan de avakirina sê niştecihbûnên nû yên cihûyan jî heye.
Konseya Filistînê ya Têkoşîna li dijî Dîwarê Cudakirinê û Wargehên Cihûyan ragihand ku rayedarên îşxalker 13 planên avakirina 1670 yekîneyên xanî yên nû li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî nirxandine.
Di daxuyaniya konseyê de hat destnîşankirin ku ev gav yekser piştî wê yekê hat ku 12 welatên rojavayî biryar dan ku sînordarkirinan li ser berhemên ji wargehên neqanûnî yên Cihûyan ên rejîma sîyonîst ferz bikin û ji rejîma sîyonîst xwestin ku berfirehkirina wargehan rawestîne.
Hate destnîşankirin ku hikûmeta Netanyahu ji dawîya sala 2022an vir ve 104 wargehên nû yên Cihûyan pejirand û 160 navendên çandiniyê yên wargehên Cihûyan ava kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 plan, tevî zêdekirina 365 yekîneyên xanî yên nû li wargeha "Maale Amos" li Beytlehîmê û 200 li wargeha "Talmon" li Ramallahê, gihîştine merhaleya pejirandin û bicîhanîna dawî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.
Li wîlayeta Bihar a rojhilatê Hîndistanê, lehîyên ji ber barana dijwar çêbûne tesîrî 4.3 mîlyon kesan kirîye.
Li Pavlohrad a herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê, di êrîşa firokeyên bêmirov ên Rûsyayê de 4 kes hatin kuştin û 62 kes jî birîndar bûn.