Li Gelîyê Urdina Şerîaya Rojavayê bi çekê çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin, di encama çalakîyê de 3 îşxalkerên sîyonîst birîndar bûn.
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku li bakurê bajara Erîhayê li dijî otobûsek û du wesayîtan ji teref berxwedêran ve bi çekan çalakî hatin lidarxistin.
Di encama gulereşandina berxwedêran de yek jê giran 3 îşxalkerên sîyonîst birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker piştî bûyerê li cîhê bûyerê tehqîqatekî berfireh da destpêkirin.
Hat diyarkirin berxwedêrên ku çalakîyê li dar xisine bi serfirazî ji cîhê çalakîyê dûr ketine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihandin li Brezîlyayê di oteleke ku lê kesên bê kês diman de şewar derket.
Li bajara Hualîena Tayvanê di mezinahîya 6.1ê de erdhejek pêk hat.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Qampa Miltecîyan a Balatayê ya ku li bajarê Nablûsa Rojavaya Şerîayê ye kir.