Li Şerîaya Rojavayê zext û zordarî berdewam dikin
Rejima sîyonîst ji êvarê ve li Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek bajaran kir, gelek ciwanan desteser kir. çeteyên Cihûyî jî êrîşî cotkarên Filistînîyan kirin û nehiştin ku erdên xwe bajon.
Hêzên sîyonîst ji Durayê bigre heta Beyt Ummarê, ji beyt Kahîlê bigre heta el BÎreyê êrîşî gelek malan kirin, wesayîtên bi zirx li kolanan bicîh kir û ciwanan desteser kir. Hat îfadekirin di dema êrîşê de ÎHA jî li hewayê firîyaye.
Li El-Bîreyê bi taybetî jî li herêma Cebel et-Tavîlê, bi guleyên rastîn, bombeyên deng û xazê hatin bikaranîtin. Li Kefr Malîk û Beyt Rîmayê jî pevçûn çêbû.
Li gorî ajansa nûçe ya Filistînê WAFAyê, guleyên rastîn hatin bikaranîtin û geek ciwan hatin desteserkirin. Bi saetan pevçûn pêk hatin.
Çeteyên Cihûyî jî li cîhê xwe nesekinîn
Dema ku leşkerên sîyonîst êrîşan pêk anîtin, çeteyên cîhûyî jî êrîşî Filistînîyên ku erdên diajotin kirin û nehiştin ku bila Filistînîyan erdên xwe bajon. Bi beheneya “parastina borîyên avê yên nû” mifta teraktorên cokaran ji wan hatin girtin û herêm ji teref leşkeran ve bi temamî hat girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalerkerên ku ji êvarê ve li dijî Xezze, Refah û Xan Yûnisê bomberdmanan dane destpêkirin, gelek avahîyan hilweşandin.
Wezîr Enes Xettab, daxuyand ku di sazîyên ewlehîyê ya di bireveberîya nû de ew ê nûkirinên tund werin kirin, îxlalên li herêmên sehlê jî werin tehqîqatkirin û di operasyonên li dijî DAÎŞê de gelek navên muhîm hatin binçavkirin.
Pakistan û Efxenistanê, dîsa şeva înê bi gulereşandina ji hev re ketin nav gengeşîya sînorê. Rayedarên herdu welatan jî, daxuyandin ku ji ber gulereşandinan mirî çênebûne.