Li Sûdanê pevçûn zêde dibe

Li Sûdanê Hêzên Destekê yê Bilez (HDB), li wilayeta Nîla Sipî bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî santraleke ceyranê, depoyên sotemenîyê û balafirgehekî kir.
Di daxuyaniya ku ji teref Konseya Desthilatdarîya Sûdan hat kirinde hat gotin, “Mîlîsên îsyanker vê sibê weke êrîşa întîharê bi ÎHAyan êrîş kirin. Armanca ev ÎHAyan xerakirina binesazî, tesîsên sivîl û sazîyên binesazîyan e ku bi jiyana gelê Sûdanê re raste rast elaqedar e.”
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku, li wilayeta Nîla Sipî bi balafirên bêmirov (ÎHA) santraleke ceyranê ya Um Debakîrê, depoyên sotemenîyê û Balafirgeha Kînanaya sivîl hatiye hedefgirtin û her wiha har gotin ev êrîşan sûcên şerin û îhlalên nû yên HDByê ne.
Li Sûdanê ji 15ê Nîsana 2023an vir ve di navbeyna artêşa Sûdanê û HDByê de pevçûnên bişîddet pêk tê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serfermandarê artêşa îşxalker Îyal Zamîr qebûl kir ku her çend Xezze were îşxalkirin jî, HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin.
Civîna Ereb-Îslamê yê ku li paytexta Dohaya Qeterê kom bû, wê li ser mijare êrîşa siyonîst a li ser Qeterê bisekine. Tê hêvîkirin ku wê li civînê de wê welatên Ereb û Îslamê helwestekî hevpar rê bidin û gavên pêximker bê avêtin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 905an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 164 hezar û 926 kesan.
Zêdetirî 40 keştîyên Fîloya Berxwedanê ji bendera Bizerte ya Tunisê wekî beşek ji hevgirtina navneteweyî li dijî dorpêça Xezzeyê derketin rê. Di fîloyê de ji 40 welatan aktîvîst û bi dehan ton melzemeyên alîkariyê hene.