Li Taylandê înşaata balaxaneyekî hilweşîya: 10 mirî

Li Bangkoka paytexta Taylandê înşaata balaxaneyekî hilweşîya, di encamê de 10 kes mirin, 101 kes jî di bin kavilan de ne.
Li herêma Chathucaka Bangkoka paytext balaxaneyeke 30 qatî hilweşîya, di encamê de hejmarê candayînan zêde dibe.
Ji teref Yekîneya Afeta Taylandê ve hat daxuyandin ku 16 kes birîndar bûne û ji bo 101 kesên winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.
Ji teref Hikûmeta Taylandê ve civîna rewşa acîl hat tertîpkirin û li Bangkokê ji bo rojekî rewşa awarte hat îlankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.