Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 73 hezar û 74 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên li Xezzeyê, ku îşxalkerên sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşan li wir dikin, gihîştiye 73 hezar û 74 kesan.
Sîyonîstên îşxalker digel agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomînin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 24 saetên dawî de çar cenazeyên sivîlan û 12 birîndaran anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên li Xezzeyê, ku îşxalkerên sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşan li wir dikin, gihîştiye 73 hezar û 74 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê di şevekê de bi mûşek û dronan êrîşeke mezin li paytexta Ukraynayê li dijî Kîevê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 kes mirine.
Li başûrê rojavayê Pakistanê di qezayeke otobusê de 40 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Western Cape ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûseke rêwîyan qulipî, di encama qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di serdana xwe ya ji bo Lubnanê de diyar kir ku rayedarên Sûrîyeyê ti nerazîbûnek li hember hevdîtinên di navbera nûnerên Şamê û nûnerên tevgera Hîzbullaha Lubnanê de nîşan nedane.