Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 208 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 208 kesan û 113 hezar û 910 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 25 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 208 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 25 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 208 kes şehîd bûn û 113 hezar û 910 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.