Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 713 kesan
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 713 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 38 hezar û 713 kesan](/img/NewsGallery/2024/7/16/405089/FeaturedImage/ac94ae45-4307-4367-afb6-bff08c00ba94.webp)
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû 284 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 49 kes hatin şehîdkirin, 69 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezar û 713an, hejmarê birîndaran jî derket 89 hezar û 166an.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mesqeta paytexta Ommanê di êrîşa çekdarî ya li ber mizgeftekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê 17 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.
Siyonîstên îşxalker herêma ku sivîlên Filistînî yên derbider tê de bûn bombebaran kirin. Hat ragihandin ku gelek şehîd û birîndar hene.