Li Xezzeyê du şehîd
Di encama topbaran û bombebarana rejîma îşxalker a li ser deverên navîn û başûrê Xezzeyê de, du kes, ku yek ji wan jin bû, şehîd bûn.
Medyaya herêmî, bi îşaret bi çavkaniyên tenduristî yên li Nexweşxaneya El-Awda ya li kampa Nuseyratê, ragihand ku zilamekî bi navê Silêman Îbrahîm Ferecûllah di encama bombebarana kampa nû ya li rojavayê kampa Nuseyratê ya li navenda Xezzeyê ji aliyê hêzên îşxalker ve şehîd bûye.
Li başûr, çavkaniyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê ragihandin ku cenazeyê jineke bi navê Emanî Îbrahîm Ebû Cezer (49) ku ji teref hêzên îşxalker ve li herêma kinîştê ya li başûrê rojavayê bajêr hatibû şehîdkirin, anîne.
Bi vî awayî, heta sibehê, hejmara giştî ya şehîdên ku gihîştin nexweşxaneyên li Xezzeyê gihîşt 4 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di encama êrîşên rejîma îşxalker de di bîst û çar saetên dawî de çar şehîd û 28 birîndar bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji nişka ve li Teksasa Emrîkayê gihîştiye du kesan. Rayedaran ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Di qezaya otobûsa dibistanê de li rojhilatê Ugandayê 20 jê xwendekar tev de21 kes mirin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di çarçoveya Operasyona Nasr-2 de baregeha El Tanf a Amerîkî li Sûrîyeyê kiriye hedef û hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî kuştine.