Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 337 kesan
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 337 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 337 kesan](/img/NewsGallery/2024/6/16/399890/FeaturedImage/eb47729c-be21-4de4-ad58-2bc3ed0231f7.webp)
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 41 kes hatin şehîdkirin, 102 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 337yan, hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 299kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Fîlîstînê ku ev bû 9 meh e berxwedanekî bi nav û deng nîşan daye, dîmeneke nû parve kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li bajara Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de hejmarê mirîyan derket 20 kesan, 46 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê êrîşan li dar xist, di wê êrîşê de bi tevî xûşka Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye 10 kes şehîd bûn.