Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 29an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 29an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 142 hezar û 135 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 134 şehîd û 1555 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 8 hezar û 196 kes şehîd bûn, 30 hezar û 94 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Francesca Albanese, bêdengiya civaka navneteweyî bi tundî rexne kir û got ku pêkanînên rejîma siyonîst li Xezzeyê qirkirin in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Bekayî, destnîşan kir ku Tehranê li ser daxwaza Ewrûpayê mizakereyeke nû ya bi Îngilistan, Elmanya û Fransayê re qebûl kirîye.
Jetekî leşkerî yê aîdê Hêzên Hewaya Bangladeşê, li Dakkayê li ser dibistanekî ket xwarê, di encamê de 19 kes mirin, ji 150 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn.