Şêx Seîd Efendî di salvegera 100emîn a şehadeta xwe de li Dîyarbekirê hat yadkirin

Ji teref Cemîyeta Mistezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve li Dîyarbekirê bi minasebeta salvegera 100emîn a şehadeta Şêx Seîd Efendî li Qasa Şêx Seîd a Dîyarbekirê bernameya yadkirinê hat tertîpkirin.
Ji ser şehadeta Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî yên ku di 29ê Hezîrana 1925an de bi îdamkirina hatibûn şehîdkirin 100 sal derbas bûn. Di salvegera şehadetên xwe de li cîhên ku hatibûn şehîdkirin bi bernameyê hatin yadkirin.
Bernameya ku di Qada Şêx Seîd de bi pêşkeşvanîya Cîhad Kaplan û Abdusselam Şanli ve hat lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Hafiz Omer Akgun ve hat xwendin dest pê kir.
Hûnermendên Ajansa Ozlemê derheqê Şêx Seîd Efendî de îlahî û qesîdeyan xwendin û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî axavtinek kir.
“Li hember biratîya Îslamî ya Tirk-Kurdan Netewîya Tirk, Rojavayî û Laîkî hat pêşxistin”
Parlamenter Dînç di axavtina xwe de bal li ser doza Şêx Seîd Efendî kişand, derheqê îftîrayên ku li ser Şêx Seîd hatine avêtin, êrîşên ku ji Îslamê re hatine kirin û operasyonên îdraqê ku dihatin xwestin bêne kirin de balan kişand.
Dînç, bal kişand ku 100 sal berê Şêx Seîd û hevalên wî li vê qadê hatin şehîdkirin û got, “Ew bi îzzetî û rûmetî bi teslîmbûna ji Îslamê re şehîd bûn, di nav zilletê de neman. Çîmkî ew bawerîya xwe ji Xwedayê ku xwedîyê erd û asîmane ye re anîtibûn. Şêx Seîd digel emrê xwe negot ‘Ez hema ji xwe re qîyamekî wisa bikim’. Çîmkî wê demê, ji Îslam û pîrozbahîyan re neyartî hebû. Piştî Fermana Tanzîmatê ji cîhê biratîya Tirk-Kurdan re netewîya Tirk, Rojavayî û Laîkî hat pêşxistin. Îngiliz, Fransiz û Yûnanî, zanibûn ku digel artêşên xwe heta ku gelê Misilman hebe nikarin serfiraz bibin. Çîmkî gelê Misilman, bi bivr, qazme û daran derdikeve hemberî dijminan, rê nedidan wan ku derbasî welatê wan bibin.”
“Midexele ji cil û bergan re hat kirin, yên ku şapqeya Îngilizan neavêta serê xwe dihatin kuştin”
Dînç di berdewama axavtina xwe de meseleyên ku wê demê hatine jîyandin jî qal kir û weha berdewam kir:
Dijmin wisa difikirîya ku berîya her tiştî divê gelê Misilman ji Îslamê dûr bixin. Di salên Komarîyê de rejima Kemalîst; ji bona ku girêdaybûn û eleqeya gel ji Îslamê qut bikin dest bi tevgerê kirin. Alfabeya Quranê qedexe kir, xwest ku ummetê ji îlmê dûr bixin, bi navê qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê û wekhevkirina perwerdehîyê medreseyên ku alim û micahîdan perwerde dikirin girtin. Ev qîm nekir; dest avêtin cil û bergên xelkê, şepqeyên Îngîlîzan li ser Misilmanan ferz kirin, Misilmanên ku wan şepqeyan nediavêtin serê xwe dihatin daleqandin, bi hezaran însan ji ber ku şepqeyên wan tinebûn nikaribûn biketana nav nexweşxaneyan û pirî wan jî ji canê xwe bûn. Bi hemû van tiştan xîlafeta ku ummeta parçe parçe di bin banekî de kom dikir ji holê rakirin, di manşetên rojnameyan de heqaret li Pêxemberê me selat û selam li ser wî be dikirin. Perwerdehîya Qurana Pîroz qedexe kirin. Alim û emîrul micahîdûnê bi rûmet Şêx Seîd jî ji vê tiştê re bêdeng nema, dest bi tevgerê kir.”
Parlamenter Dînç, “Şêx Seîd bi şêxên hevalên xwe re hat cem hev û bi wan re hevdîtinek kir. Ji wan re got ew nikare ji vê neyartîya Îslamê re bêdeng bimîne û tevgerîya. Piştî tevgerê Şêx Seîd û hevalên wî di encama îxanetekî de ji teref rejima Kemalîst ve ji vê meydanê re hatin anîtin. Dema ku Şêx Seîd derxistin dara îdamê qet li walî û celladê xwe nenêrt û efûyê nexwest, bileqs ew got, ‘Em ê di mehşerê de bi te re hesabê xwe bibînin’. Dema ku Şêx Seîd Efendî berîya ku were îdamkirin pîreka wî hat zindanê û ji wî re got destdirêjîya namûsa min dikin û ew jî ji pîreka xwe re weha got ‘Namûsa herî mezin, Namusê Ekber Îslam e. Wexta ku Îslam çû û nema tu qala kîjan namusê dikî”.
“Digel hemû reşkirinan hezkirîyên Şêx Seîd her roj ku diçe zêde dibe”
Dînç derheqê îftîra û reşkirinên tarî yên ku li dijî Şêx Seîd û doza wî ya pîroz re hatine kirin de jî axivî û got, “Yên ku dîtin hezkirîyên Şêx Seîd zêdene, ji bona ku wî ji dilê gel derxin li rojhilat gotin ‘ajana Îngîlîzan’ li alîyê Rojavayê jî gotin ‘tevgerekî Kurdî’. Ji bona ku ji dewletên derve re jî xwe xwaş nîşan bidin gotin ku Şêx Seîd ji bo şerîatê rabûye pîya, ji bo Îslamê cîhad kirîye û me jî wî daleqandîye. Gotina ‘Ajana Îngîlîzan’ a ji bo Şêx Seîd teqlekirina dîrokê ye. Çîmkî dema ku Şêx Seîd qîyam kiribû ji herêma Barzan ê wê çaxê ku niha jî Herêma Kurdistanê ye gel civîyabûn ku beşdarî doza Şêx Seîd bibin û ew jî ji teref Îngîlîzan ve dihatin astengkirin. Ji alîyê din ve li Sûrîyeya ku di bin kedxwarina Fransayê de bû jî gel ji bona ku beşdarî qîyamê bibin tevgerîyabûn û rejima Kemalîst jî ji bona ku pêşîya xelkê bigrin leşkeran kiribûn trênan û şîyandibûn sînora Sûrîyeyê. 100 sal in rejima Kemalîst îftîrayan davêje, derewan dike û bi îftîrayan dixwaze ku Şêx Seîd reş bike lê Elhemdulîllah, nevî, murîd û hezkirîyên Şêx Seîd her roj ku diçe zêde dibin. Tu kes bawerîya xwe bi derewên rejima Kemalîst nayne. Hemd ji Xwedê re em jî di rêya Şêx Seîd de ne.”
“Apoîzma ku Civîkê Kemalîzm e jî heman tiştê dike”
Faruk Dînç, “Civîkê Kemalîzmê heye navê wî Apoîzm e. Apoîzm jî wek Kemalîzmê heman taktîkan bikartîne. Apoîst jî dizanin ku ev gel heta ku bi alimên xwe, şêxên xwe, Quran û Îslamê re girêdayîbin nikarin tiştekî bikin. Niha ew zatê ku buhranîya fikrî û felsefî dijî, herî dawîn çend roj berê ji Şêx Seîd, Qazî Muhammed, Mele Mustefa Barzanî û alimên dinê yên Îslamê re digot ‘hevkar’. Heman zêhnîyet ji nimêjê re dibêje ‘şano’, ji zewacê re dibêje ‘evdîtî’, ji Quranê re dibêje ‘kitêbekî ku ji mîtolojîya sûmeran hatîye standin’, zimandirêjîya Pêxember dike. Çawa ku Ebû Cehîl gêdirayê putan bû ev zêhnîyet jî girêdayê mîtolojîya sûmeran e. Vana îddîa dikin ku heger di nav me de alim û Îslamê derxin Kurd tenê zêhnîyeta wan bişopînin. Vê taktîkê jî ji zêhnîyeta Kemalîst didizin. Ji ber ku vê rolê ji zêhnîyeta Kemalîst digrin ew cîvîkê wan in.”
“Hêna jî mezelên Şêx Seîd û Bedîuzzeman Seîd Nursî nayê zanîn, gelo hûn ji carcarokîya Kemalîstan ditirsin?”
Faruk Dînç, bal kişand ku çareserîya meseleya sedsalî di biratîya Îslamê de derbas dibe, “Di van rojên dawîn de meseleya tehkîmkirina cepheya hindir di rojevê de ye. Lazim e ku aştîya nav welat bê temînkirin, rast e. Tehkîmkirina cepheya hindir ji vê meydana Şêx Seîd derbas dibe. Çîmkî me li vê derê cepheya xwe ya hindir winda kir.
Şêx Seîd, alim û micahîdekî bû, îftîrayên ku têne avêtin tu zerarê nikare bide îtîbara wî. Em gotina îadekirina îtîbarê bikarnaynin. Îtîbara Şêx Seîd tam e. Ew Şehîd e û di mertebeyekî bi şeref de ye. Heger îtîbar hewce be wan kesên ku van îftîrayan avêtine û vê dîroka derew nivîsandine herin îtîbarên xwe qezenc bikin. Xeyn ji vêya hêna jî mezelê Şêx Seîd tineye û nayê zanîn. Ji nirxên me re dijmintîyekî wisa kirine ku ji mezelê Şêx Seîd jî tirsîyane. Binêrin niha wan Anzaqên ku di herba Çeneqqeleyê de Misilmanan şehîd kirine mezelên wan hene. Xizmên wan her sal têne li vê derê wan zîyaret dikin. Feqet mezela Şêx Seîd û Bedîuzzeman Seîd Nursî tineye. Em ji li vê derê dipirsin hûn ji kê ditirsin? Hûn ji carcaroktîya Kemalîstan û komekî jirêderketîyan ditirsin? Em ê heta kengî di bin zîlleta ku vana dana ser me bijîn? Heger tê xwestin ku berîya her tiştî cepheya hindir bê qewetkirin divê ji vê dîroka ku rejima Kemalîst bi serê xwe çêkirîye re kêrekî bê lêxistin, tiştên rast bêne derxistin.”
“Divê em biratîya Îslam û îmanê bikin nasnameya bilind”
Dînç ji dîrokê mînakan da û îfade kir ku divê biratîya Îslamê ji nû ve bê tesîskirin, “Ji bona ku cepheya hindir bê tehkîmkirin divê bi travmayên ku vê gelê jîyaye re hûn rûbirû bibin. Divê ji xetên ku gel hatine veqetandin û wek xetên erdhejê ne re midexele bê kirin û bêne girtin. Herî muhîm divê em Îslamê bikin nasnameya xwe ya bilind û bi vê şeklê biratîyê tesîs bikin. Bi vê wesîleyê em îlan dikin ku em ê Şêx Seîd, Bedîuzzeman Saîdî Nursî, Atif Xoceyê Îskîlîpî bîrva nekin. Şêx Seîd wek Hezretî Huseyîn bedenê xwe kirîye ortê û îzzeta Îslamê parastîye.”
Piştî axavtina Parlamenterê Faruk Dînç, hûnermendên Ajansa Ozlemê îlahî û qesîdeyên xwe berdewam kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê bi minasebeta sed saliya şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî peyamek weşand.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê şewatên ku li Balikesîr, Bîlecîk û Hetayê derketin de li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da.
Îlahiyatnas û Nivîskar Ozkan Yaman di Pêşangeha Malbatê ya Navneteweyî de axivî û ji bo parastin û xurtkirina malbatê qaîdeya '7 T' parve kir ku her kes dikare li ser li hev bike. Yaman got, "Heke hûn li ser Quran û Sunnetê fikar bikin, pirsgirêkên malbatê dê kêm bibin û winda bibin."
Li navçeya Antakyaya Hetayê, li daristanê şewat derket.