Li Xezzeyê hejmarê şehîdan gihîşt 73 hezar û 317 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 48 saetên dawî de di encama êrîşên berdewam ên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûne û 37 jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên wezaretê, di heyama piştî agirbesta 11ê Cotmeha 2025an de, bi tevahî 1.191 kes şehîd bûn, 3.853 kes birîndar bûn û 803 cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin.
Li gorî rapora rojane ya Wezareta Tenduristiyê, hejmara giştî ya şehîdên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de gihîştiye 73.317an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 173.961an.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek sivîl hêna jî di bin kavilan de asê mane û ji ber bombebarana dijwar ekîbên ambulansê di gihîştina deverên teng de zehmetî dikişînin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, hêzên rejîma sîyonîst bi gulebarankirina deverên cuda yên Xezzeyê peymana agirbestê îxlal kirine û di encamê de qurbaniyên zêdetir çêbûne.
Rayedarên tenduristiyê tekez kirin ku rewş her roj xirabtir dibe û ekîbên alîkariya mirovî nikarin bi ewlehî bigihîjin wir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di serdana xwe ya ewil a Sûrîyeyê de, nêzîkî du sal piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Sûrîyeyê.
Li ser rêya Şam-Dêrezor a Sûrîyeyê du otobûsên rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li kampên ji bo kesên bêwar ên li herêma Darfûr a Sûdanê, wêranîya ji ber pevçûnê niha bi şewba kolerayê re jî girantir bûye. Ji ber ku lênêrîna tenduristiyê bi giranî qut bûye û gihîştina ava paqij û xwarinê bi tundî sînordar e, destpêkirina demsala baranê dibe sedema belavbûna bilez a nexweşiyên vegirtî.