Li Îranê ji bo girtîyan efûya “Cejnê” hat dayîn
![Li Îranê ji bo girtîyan efûya “Cejnê” hat dayîn Li Îranê ji bo girtîyan efûya “Cejnê” hat dayîn](/img/NewsGallery/2024/6/17/399958/FeaturedImage/f0efd9fc-b4cf-4edd-9195-02e3920cec65.webp)
Li Îranê ji 2 hezar û 654 girtiyan re ji bona “Eyda Qurbanê û Xadir-î Hum”ê biryara efûya an jî kêmkirina cezayan hat dayîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Seyîd Elî Xamineyî ve hat belavkirin, rêziknameya der barê 2 hezar û 654 girtiyan de bi pêşniyara Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulamhusên Muhsîn Eceyî hat qebûlkirin.
Li gorî biryarê ku ji bo girtiyên ku ji aliyê dadgehên Şoreş û Giştî û Saziyên Dadwerî yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin, dê cezayê 29 mehkûmên îdamê bên guherandin û 1038 girtî jî bêne berdan.
Hate diyarkirin ku ji kesên di çarçoveya efûyê de ne 182 jê jin, 53 ji ber sûcên ewlekariyê û 30 jî girtiyên biyanî ne.
Li ser daxwaza Dezgeha Dadweriya Îranê, ayetullah Xamaneî her sal di rojên cejnên dînî û neteweyî û rojên muhîm de efûyê dide girtiyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Karnataya Hîndistanê dîwar hilweşîya, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Keştîya herbê ya rejîma îşxalker ku ji Emrîqayê bi rê ket, ji bo sotemenî û xwarinê çû Bendera Tanca ya Fasê, hatina keştîya terorîstan bû sedema bertekan.
Tevgera berxwedana Îslamî (HAMAS), bal kişand ku ew ji hemû xebatên boyqotê re destekê didin, cardin bang li hemû însanîyetê dikin ku bila boyqotê bikin.
Li Nîjerê, di encama êrîşên li djiî leşkeran de 20 leşker û sîvîlek canê xwe ji dest dan.