Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye Muhammed Takuş re meseleyên dawîn ên li Fîlîstînê û Libnanê gotubej kirin.
Li gorî Ajansa Xeber a Libnanê, Nasrallah, bi tevî endamê Konseya Sîyasî yê Hîzbullahê Abdulmecîd Ammar re, li ser ehemmîyeta destekdayîna ji berxwedana li Xezzeyê û xelkê şanaz yê Xezzeyê re balan kişand.
Di hefteyên dawîn de di navbera Tel Avîv û Hîzbullahê de gengeşî zêde bûye, bi taybetî artêşa îşxalê hefteyekî berê daxuyand ku ew plana êrîşa li dijî Libnanê erê kirine û ji ber vê yekê rîska herbê zêde bûye.
Hîzbullah, diyar dike ku dawîbûna operasyonên wî encax bi dawîbûna êrîşên li dijî Xezzeyê mimkin e.
Di serî de Hîzbullah û komên li Libnanê, ji 8ê Cotmehê vir ve ji Xeta Şîn her roj bi artêşa îşxalê re pevçûnê dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama êrîşa ku li Tulkarma girêdayê Şerîaya Rojava hat kirin de Filistînîyek hat şehîdkirin û 5 jî birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve hat ragihandin ji ber êrîş û astengkirinên rejîma terorê sotemenî qedîya ku ew ê ji ber vê yekê îstasyonên oksîjen û navendên tenduristîyê bisekinin.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li Fransayê di êrîşa çekdarî ya ku li dawetekê hat kirin de herî kêm kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.