NY: Em ji ber teqîna li Şamê pir bi fikar in
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber teqîna li Sûrîyeyê "fikarên kûr" anî ziman.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji ber teqîna li nêzî Qesra Edaletê ya li Şamê pir endîşedar e.
Guterres diyar kir ku êrîşên li ser sivîlan nayên qebûlkirin û xwest ku kesên berpirsiyar werin darizandin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, "Ez dikarim ji we re ragihînim ku Sekreterê Giştî endîşeya xwe ya kûr derbarê teqîna îro li nêzî Qesra Edaletê ya li Şamê de anî ziman," û her wiha got ku Guterres sersaxî ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şifaya bilez xwest.
Dujarric diyar kir, "Sekreterê Giştî dubare dike ku êrîşên li dijî sivîlan nayên qebûlkirin û tekez dike ku divê kesên berpirsiyar werin destnîşankirin û teslîmî edaletê werin kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê di şevekê de bi mûşek û dronan êrîşeke mezin li paytexta Ukraynayê li dijî Kîevê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 kes mirine.
Li başûrê rojavayê Pakistanê di qezayeke otobusê de 40 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Western Cape ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûseke rêwîyan qulipî, di encama qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di serdana xwe ya ji bo Lubnanê de diyar kir ku rayedarên Sûrîyeyê ti nerazîbûnek li hember hevdîtinên di navbera nûnerên Şamê û nûnerên tevgera Hîzbullaha Lubnanê de nîşan nedane.